Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di êrîşeke esmanî de li ser rêya Sine-Kamyaranê lançêrên mûşekan bûne armanc

15:40 - 5 Nîsan 2026

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro danê sibehê (Yekşem) balafirên şer ên Îsraîlê li herêma Rojhilatê Kurdistanê du xalên stratejîk kirin hedef. Di encama van êrîşan de li ser rêya Sine-Kamyaranê, lançêreke avêtina mûşekan û kamyoneke barhilgir bi hatin teqandin.

​Herwisa êrîşên ku danê sibehê li deverên Pîranşarê pêk hatin, bi taybetî du herêmên girîng ên bi navê Badînawê û Sergirde kirin hedef. Li gorî çavkaniyên herêmî, ev herêm wekî xalên stratejîk ên leşkerî dihatin bikaranîn û lêgerîna çalakiyên mûşekî lê dihatin kirin.

​Tê zanîn ku ev herêma hatiye bombekirin, di demên borî de gelek caran ji bo êrîşên mûşekî yên li ser Herêma Kurdistanê û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê dihat bikaranîn. Çavdêrên leşkerî diyar dikin ku lêdan û teqandina wan binkeyên leşkeriye rêjîmê û van lançer û mûşekan, dê bibe sedema kêmkirina gefên mûşekî yên li ser herêmê.

​Heta niha derbarê ziyanên canî de agahiyên fermî nehatine parvekirin, lê dîmenên ji herêmê nîşan didin ku kamyon û amûrên serbazî bi temamî ji nav çûne.