Pêka rapora “Jerusalem Post”, Artêşa Îsraîlê roja Yekşemî 5ê Nîsanê, ragihand ku hêza esmaniya Îsraîl di operasyonekê de li roja Înê, Mihemedriza Eşrefî Kahî, yek ji fermandeyên biryargeha nefta sipaha pasdaran a terorîst, kuştine.
Pûêka vê raporê, biryargeha nefta sipaha pasdaran a terorîst bi rêya firotina neftê dahatek girîng a salane bo saziyên serbazî û ewlehiyê yên Îranê peyda dike. Ev diraf bo piştevanîkirin li kiryarên serbazî û mûşekan têne bikaranîn.
Pêka daxuyaniya artêşa Îsraîlê, Mihemedriza Eşrefî Kahî, berpirtsê vê biryargehê bûye û roleke sereke li berfirehkirina bandora spaha psdaran a terorîst û milîsên ser bi rêjîmê li Rojhilata Navîn, ên wek Hûsî, Hizbullah û Hamasê, hebûye.