Demjimêr 10:20ê şeva yekşemê 16ê Xakelêweyê, kampa "Azadî" ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li nêzîkî Koyeyê carek din bi mûşekek û dironekê hat armancgirtin.
Ev êrîş di demekê de ye ku demjimêr 8ê êvarê jî, rêjîma Îranê bi mûşekek û dironekê kampa "Amiriyeyê" ya Hizba Demokrat li nêzîkî bajarê Koyeyê kiribû armanc.
Herwisa hevdem bi çendîn dironan Kampa Hizba Dêmokrat li Cêjnîkanê li nêzî Hewlêrê bû armanca 3 dironan.
Di encama van êrîşan de ziyanên maddî gihîştine mal û milkên malbatan.
Ji destpêka şerê rêjîma Îranê digel Amerîka û Îsraîlê, axa Herêma Kurdistanê û binkeyên hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê her tim bûne armanca herdemî ya êrîşên Komara Îslamî.