Artêşa Îsraîlê ragihand ku di çarçoveya operasyona "Nerîna Şêran" de, heta niha pitir ji 800 êrîşên asmanî bi bikaranîna nêzîkî 16 hezar cureyên teqemeniyê hatine encamdan.
Ev operasyon bi beşdariya rêveberiya operasyonan, hêza asmanî û hewalgiriya leşkerî, biyata rejîma terorîst a Îranê" hatiye armancgirtin.
Berdevkê artêşa Îsraîl zêde kir ku piştî şerê 12 roje, zêdetirî 5 hezar armancên nû ji aliyê hewalgiriya leşkerî ve hatine tespîtkirin û di dema operasyonê de hatine lêdan. Her wiha, êrîşekî piralî hatibû encamdan ku tê de nêzîkî 7 hezar armanc li seranserê herêmên şer hatine armancgirtin.
Artêşa Îsraîlê tekez kir ku tevahiya armancên herî girîng û pêwîst di pêvajoya şer de hatine ji navbirin. Armancên girîng pêk tên ji:
Pîşesaziya mûşekên balîstîk.
Ew beşên ku têkiliya wan bi bernameyên etomî ve heye.
Her wiha armancên pêwîst ên ku pîşesaziyên leşkerî yên Îranê di asta operasyonî de radigirin.
Ev agahî rehend û tundiya operasyona "Nerîna Şêran" nîşan didin û tekez dikin ku hêza asmanî ya Îsraîlê û rêveberiya operasyonan di hewildaneke hevaheng û piralî de bûn ji bo lewazkirina şiyana leşkerî ya Îranê.