Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê, digel dubarekirina huşdariyên xwe ji bo Komara Îslamî derbarê vekirina Tengava Hormozê, ragihand ku Amerîka xelkê Îranê di nava şer de bi tenê nahêle.
Trump di hevpeyvînekê de bi ajansa nûçegîhaniya "Axios" re got ku hemwelatiyên Îranî di rewşeke tirs û nearamiyê de dijîn û nîgeran in ku em wan di nîvê şer de bi tenê bihêlin, lê mebesta me ne ew e ku em meydanê Terik bikin.
Navborî her wiha di peyamekê de li tora civakî ya "Truth Social", bi şêweyekî nezelal dema bidawîhatina mohletê diyarîkirî ji bo Komara Îslamî bi mebesta vekirina Tengava Hormozê wekî "Sêşem demjimêr 8ê êvarê bi dema Rojhilatê Amerîkayê" ragihand.
Serokkomarê Amerîkayê di berdewamiyê de bi zimanekî tund, gef li berpirsên Komara Îslamî xwar ku heger gavan neavêjin, dê êrîşên berfireh bikin ser jêrxanên hestiyar, ji wan wêstgehên berqê û piran.