Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Baregehên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 160 caran keftine ber êrîşan

11:27 - 6 Nîsan 2026

Li gorî amarên nû yên Rêxistina Mafên Mirovan a "Hengaw", ji destpêka alozî û şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, baregeh û kampên partiyên Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistanê de, herî kêm 160 caran ji aliyê Spaha Pasdaran û milîsên ser bi Îranê ve, bi mûşek û dironên xwekuj hatine armancgirtin.

​Li gorî amaran dabeşbûna êrîşan li ser partiyan bi vî rengî ye:

​Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ): Herî kêm 93 caran.

​Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK): 21 caran.

​Hizba Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê: 21 caran.

​Hizba Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê: 18 caran.

​Sazimana Xebat a Kurdistana Îranê: 5 caran.

​Hizba Komeleya Komunîst a Îranê: 3 caran.

​Ev amar nîşan didin ku di encama van êrîşan de, herî kêm 5 pêşmerge şehîd bûne û nêzîkî 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

​Hêjayî gotinê ye ku ev amar heta beriya êrîşên şeva borî hatine tomarkirin; di şeva borî de jî çend carên din bingeh û cihên niştecihbûna malbatên partiyên Rojhilat li Hewlêr, Koye û Silêmaniyê hatine armanckirin.