Dezgeha bi navê dadwerî ya Komara Îslamî, nûçeya îdamkirina "Elî Fehîm", yek ji girtiyên xwepêşandanên meha Befranbara 1404an belav kir.
Roja duşemê 17ê Xakelêweyê hate ragihandin ku sizayê îdamê û desteserkirina mal û milk Elî Fehîm bi tohmeta "beşdarî di çalakiyên li dijî ewlehiya welat de" hatibû sepandin, ev siza hate cîbicîkirin.
Li gorî vê raporê, navborî êvariya 18ê Befranbara 1404an tevî sê kesên din hatibû girtin.
Di heman dosyayê de, Mihemed Emîn Bîglerî û Şahîn Wahîdperest jî rojek berê hatin îdamkirin. Emîrhusên Hatemî, tohmetbarekî din ê vê dosyayê, hefteya borî hat îdamkirin û di heman demê de "Ebulfazl Salihî Siyaveşanî" hîn di bin metirsiya cîbicîkirina cezayê îdamê de ye.
Di vê çarçoveyê de, Volker Türk, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, di 12ê Xakelêweyê de daxwaza rawestandina bilez a hemû îdamên li Îranê kir.
Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) daxwaz ji civaka navneteweyî kiribû ku gavên bibandortir bavêjin ji bo zêdekirina guşaran li ser berpirsên Komara Îslamî û betalkirina cezayên îdamê.