Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

‌Heyamê ultîmatoma Trump bo vekirina Tengava Hormuzê ber bi dawîbûnê ve diçe

13:22 - 6 Nîsan 2026

Bi nêzîkbûna dawiya wê dema ku ji aliyê Koşka Spî ve hatiye diyarkirin, aloziya navbera Amerîka û Komara Îslamî li ser girtina stratejîk a Tengava Hormozê gihîştiye astekî bilind.

​Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê, bi zimanekî eşkere gef xwariye ku heke rêjîma Îranê heta êvara Sêşemî, 18ê Xakelêweyê vê rêrewa avî ya navneteweyî veneke, Amerîka dê êrîşeke berfireh bo jinavbirina jêrxanên aborî û hestiyar ên Îranê dest pê bike.

​Trump ragihandiye: "Heke Îran heta êvara Sêşemî karekî nekin, êdî ti wizegeheke wan a berqê û ti pir û bînahiyek namîne." Trump bi navkirina sembolîk a vê rojê wek «Roja wizegeha berqê û roja pirê» tekez kir ku hemû saziyên enerjiyê û tora veguhastina Îranê dê bibin armanc.

​Girtina Tengava Hormuzê ji aliyê Spaha Pasdaran ve ku rêrewa derbasbûna zêdetirî %20ê nefta xav a cîhanê ye, bûye sedema bêîstîkrariyeke tund di bazara enerjiyê de û bilindbûna nirxa neftê.

​Di beramber de, Pentagon bi cihkirina koma êrîşkar a deryayî û bi hezaran serbazên hêza deryayî, arayîşa xwe ya şer li Kendavê qahîmtir kiriye.

​Hêjayî gotinê ye ku Komara Îslamî vekirina Tengava Hormozê bi wergirtina xisaretê û rawestandina êrîşan ve girê daye; ew mercên ku Washington bi temamî red dike.