Pêwendiyên Giştî yên Spaha Pasdaran bi weşandina daxuyaniyekê, nûçeya kuştina Mecîd Xadimî, berpirsê Rêxistina Îtîlaatê ya Spahê ragihand; bûyerek ku di berdewamiya zincîre êrîşên armancdar ên li ser berpirsên leşkerî û ewlehiyê yên Komara Îslamî tê hesibandin.
Vê daxuyaniyê tu hûrguliyên zêdetir derbarê cihê kuştina Xadimî de belav nekiriye, tevî vê yekê, berê sibêya roja duşemê çendîn êrîşên asmanî herêmên cuda yên Tehranê kirin armanc.
Rêxistina Îtîlaatê ya Spaha Pasdaran wek yek ji baskên sereke yên ewlehî û serkutker di Komara Îslamî de tê naskirin, ku li kêleka Wezareta Îtîlaatê ya Komara Îslamî ya Îranê, roleke sereke di serkutkirina nerazîbûnan, girtina dijberan û sepandina guşarê li ser civaka medenî de hebûye.
Kuştina Xadimî tenê çend meh piştî kuştina Mihemed Kazimî, berpirsê berê yê vê saziyê di dema pevçûnên leşkerî yên vê dawiyê de, nîşanderê berdewamiya proseya jinavbirina armancdar a kesayetên sereke ye di pêkhateya ewlehî ya Komara Îslamî de.
Di vê pêwendiyê de, Yisrael Katz, Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê bi balkişandina ser wê yekê ku Xadimî yek ji sê berpirsên pilebilind ên Spahê bûye, got ku kuştina wî derbeke giran e li şiyanên îtîlaatî û operasyonî yên Spaha Pasdaran.