Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump: Şaristaniyek îşev ji nav diçe û êdî venagere

21:39 - 7 Nîsan 2026

​Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê li derheq bidawîhatina mohleta ku diyarî kiribû de, li ser tora civakî ya "Truth Social", gefeke tund li rejîma Komara Îslamî ya Îranê kir.

​Di wî peyamî de hatiye: "Şaristaniyek îşev ji nav diçe û êdî qet venagere. Ez naxwazim ev yek bibe, lê belê îhtîmaleke mezin e ku ev yek biqewime."

​Trum her wiha got: "Tevî vê yekê jî, niha ku guherîneke tam û piralî ya deshilatê li cem me heye û mejiyên cuda, jirtir û kêm-tundrew hukum dikin, dibe ku bûyereke şoreşgerî û ecêp biqewime, kî dizane? Em ê îşev zanibin; yek ji girîngtirîn kêliyên di dîroka dirêj û aloz a cîhanê de. 47 salên bacstendin, gendelî û kuştarê di encamê de bi dawî dibin. Xwedê xelkê Îranê biparêze."

​Beriya niha Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê, bi zimanekî eşkere gef xwaribû ku heger Têhran heta êvara Sêşemê, 18ê Xakelêweyê, vê rêrewa ava navdewletî venekê, Washington dê êrîşeke berfireh ji bo ji nav birina jêrxaneyên aborî û hesas ên Îranê dest pê bike.

​Trump ragihandibû: "Heger ew heta êvara Sêşemê tiştekî nekin, dê êdî ti wêzgehekî wan yê enêrjiyê û elektrîkê nemîne û ti pir û avahiyek li ser piyan namîne."