Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya êrîşên li ser Herêma Kurdistanê

17:15 - 1 Nîsan 2026

Sibêha îro Çarşemê 12ê Xakelêweyê, di zincîre êrîşên têkderane de, 3 dronan kogeheke rûnê otomobîlan li bajarê Hewlêrê armanc girtin û ji ber vê yekê agireke mezin li herêmê derket.

​Omîd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê, ragihand ku êrîş bi 3 qonaxan û di demjimêrên 07:30, 08:40 û 10:20ê sibê de hatine kirin. Her wiha dronê duyem di demekê de li cihê bûyerê ketiye ku tîmên agirvemirandinê mijûlî kontrolkirina agirî bûn.

​Parêzgarê Hewlêrê amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber egera dubarebûna bordûmanan û metirsiya berdewam li ser jiyana personelên hewarçûnê, daxwaz ji tîman hatiye kirin ku ji cihê bûyerê vekişin; çinkî ji ber 3 caran lêdana kogeha navborî, tu kelûpelên sax tê de nemane.

​Ev di demekê de ye ku hêzên ewlehiyê karîne drona çarem berî gihîştina bi armancê, di esman de têk bişkînin.

​Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka çêbûna şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê, Herêma Kurdistanê berdewam rûbirûyî êrîşên mûşekî û dronî yên rêjîma Îranê bûye.

​Amar nîşan didin ku heta niha 549 êrîşên bi vî rengî hatine ser xaka Herêmê ku piranî ji wan bajarê Hewlêrê armanc girtine. Ev yek wekî beşek ji hewildanên têkderane yên rejîma Têhranê û komên ser bi wê ve, ji bo têkdana aramiya herêmê tê pênasekirin.