Donald Trump Serkomarê Amerîkayê got ku vî êrîşên li ser wêzgehên wize û pirên li Îranê 2 hefteyan ragirt.
Donald Trump bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand: “Pêka axaftinên digel Şehbaz Şerîf Serokwezîrê Pakistanê û serokê artêşa Pakistanê, "ku tê de ji min hatiye xwestin hêza jinavber a ku bo îşev li dijî rêjîma Îranê hatibû rêkxistinkirin bisekinînim, û bi û bi merca ku rêjîma Îranê bi vekirina tevahî û ewleh ya Tengava Hormuzê razî bibe, ez razî me ku bombebaran û êrîşa li ser rêjîma Îranê du hefteyan rawestînim. Ev dê agirbestek dualî be."
Donald Trump di daxuyaniya xwe de got, "Sedema vê çalakiyê ew e ku me berê hemû armancên xwe yên leşkerî bi dest xistine û ji wan derbas bûne, û em di rê de ne ku bigihîjin rêkeftinek dawî li ser aştiya demdirêj digel rêjîma Îranê û aştî li Rojhilata Navîn cihgîr bibe."
Herwisa Serkomarê Amerîkayê ragihand ku Washingtonê pêşniyarek 10 xalî ji berpirsên rêjîma Îranê wergirtiye û bawer dike ku ew dikare bibe bingehek kêrhatî bo danûstandinan.
Navbirî ragihand ku nêzî bi tevav a pirsgirêkên mayî yên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê de hatine çareserkirin, lê ev heyama du hefteyan dê rêxweşker be bo cibicîkirina tevahiya peymanê."
Navbirî li dawiya daxuyaniya xwe de nivîsandiye: “Li ser navê Amerîkayê, wekî Serok, û li ser navê welatên Rojhilata Navîn, dîtina vê pirsgirêka demdirêj bi dawî dibe ji bo min şerefek e”.