Artêşa Îsraîlê belav kiriye ku li êrîşeke berfireh de li roja derbasbûyî, çendin cihên mûşekî yên rêjîmê li deverên cuda yên Îranê kirine armanc.
Hêza Esmaniya Îsraîlê li vê daxuyaniya xwe de ragihand ku êrîş bi hevkariya zanyariyên ewlehî yên berfireh de hatine kirin û bi 10an cîh û navend û cihê avêtina mûşekan kirine armanc.
Pêka vê daxuyaniyê, êrîşeke mûşekî ya balîstîkiyên mezintir a rêjîmê bo ser Îsraîl jinav birine ku bo avêtin bo ser Îsraîl hatibûne amadekirin.
Herwisa Îsraîlê ragihand ku jêrxanên bingehîn ên berhemanîn ên pêwendîdar bi bernameya mûşekiya rêjîma Îranê li çendîn deveran kirine armanc û teqandine.
Îsraîlê ragihand ku armanca wan êrîşan, kêmkirina şiyana êrîşkariyên rêjîmê û rêgirîkirin li zêdebûna şer bûye.