Şehbaz Şerîf, Serokwezîrê Pakistanê, ragihand ku raportên derbarê şikandina agirbesta di navbera Dewletên Amerîka û Îranê de gihîştine destê wan û bang li aliyên şer kir ku xwe ragirin.
Wî ragîhand ku "li çend xalên herêma şer binpêkirinên agirbestê hatine raportkirin ku ev yek rihê proseya aştiyê lawaz dike."
Şerîf lê zêde kir: «Ez daxwazê ji hemû aliyan dikim ku xwe ragirin û rêzê li agirbesta duhefteyî ya ku li ser hatiye lihevkirin bigirin, da ku dîplomasî bikaribe di rêya çareseriya aştiyane ya vê nakokiyê de rola sereke bilîze.»
Ev lihevkirin kêmtirî du saetan beriya bidawîbûna dema gefxwarinê ya Donald Trump ji bo Komara Îslamî, di saetên destpêka sibêdeha roja çarşemê 19ê Xakelêwê de pêk hat.
Trump ku berê muhleteke 10 rojan dabû, gef xwaribû ku heger heta saet 3:30ê berbangê roja çarşemê bi dema Îranê lihevkirin pêk neyê û Tengava Hormuzê neyê vekirin, ew ê êrîşeke giran û berfireh bike ser wizegehên elektrîkê û pirên Îranê.
Di encamê de bi navbeynkariya Pakistanê diyar bû ku her du alî li ser agirbesteke duhefteyî li hev kirine û biryar e bi berdewamiya danûstandinan ev lihevkirin bibe ya dawî.