Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran: Ger Îsraîl berdewam be li êrîşên bo ser Libnanê, em ê bersiv bidin

23:01 - 8 Nîsan 2026

Spaha Pasdaran a terorîst hişyarî daye ku di gava berdewamiya êrîşên Îsraîlê bo ser Libnanê de, dê bersiva van kiryaran bide.

​Ev daxuyanî di roja çarşemê 19ê Xakelêwê de piştî wê yekê hat ziman ku tenê rojek bi ser peymana agirbestê ya di navbera Îran û Amerîkayê re derbas bûye.

​Di daxuyaniyekê de ku ji televîzyona dewletî ya Îranê hat weşandin, Spaha Pasdaran ragihand: «Em hişyariyê didin Amerîka û Îsraîlê; heger êrîşên li ser Libnanê bi temamî neyên rawestandin, em ê li gora wezîfeya xwe tevbigerin û bersivê bidin.»

​Ev daxuyanî di demekê de hatiye weşandin ku rapor behsa hatina kuştin a pitir ji 110 kesan di pey êrîşên dawî yên li Libnanê de dikin.

​Ji aliyê din ve, Îsraîlê ragihandiye ku agirbesta di navbera Îranê û Amerîkayê de Libnanê li xwe nagire.

​Di vê peywendiyê de Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê, di peywendiyeke telefonî de ligel kanala PBS gotiye ku pevçûnên li Libnanê "mijareke cuda" ne û wekî beşek ji vê peymanê nayên hesibandin.

​Di heman demê de, artêşa Îsraîlê roja çarşemê êrîşên berfireh li dijî binkeyên girûpa terorîst a Hizbullaha Libnanê pêk anîn