Berdevkê Koşka Spî bo besrsivdana çewtekariyên rêjîma Îranê got: "Îraniyan di destpêkê de planeke 10 xalî pêşkêş kiribûn ku ji bingeh ve ne cidî û ne jî dihatine qebûlkirinê, Ev xal ji aliyê Serok Trump û tîma wî ya danûstandinan ve hat avêtin bo nava satila kirs.
Gelek medyan bi şaşî rapor dane ku ev şert û mercên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve hatine qebûlkirin. Ev îdîa ne rast e. Bi nêzîkbûna dema dawî ya ku ji aliyê Serok ve hatibû diyarkirin û di demekê de ku artêşa Amerîkayê derbên giran li Îranê dixist, vê rejîmê rastî li hember tîma danûstandinê qebûl kir.
Piştî wê, wan planeke nû, cuda, kurttir û maqûltir pêşkêş kir. Serok Trump û tîma wî gihîştin wê encamê ku ev plana nû ya serastkirî dikare bibe bingeheke bikarhatî ji bo danûstandinan; bingehek ku biryar e bi pêşniyara me ya 15 xalî re bibe yek.
Hêlên sor ên Serok yêk ji wan dawîanîna bi meyandina oraniyoma Îranê li hundirê wî welatî, nehatine guhertin. Ev fikir ku dibe Serok Trump lîsteya daxwazên Îranê wekî peymanekê qebûl bike, bi temamî pêkenok e."