Donald Trump, serokê Amerîkayê, roja pêncşemiyê di tora civakî ya Truth Social de nivîsî: «Hemû keştî, balafir û hêzên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî ye Amerîka, tevî cebilxane û çekên zêde û her tiştê ku ji bo tepeser kirin û ji nav birina dijminê ku gelek kewaz bûye, hewce ye, dê li Îranê û derdora wê bimînin heta ku lihevkirina rastî ya bi dest ketiye bi temamî pêk bê. Heke bi her sedemekê ev yek nebe, ku egera vê pir kêm e, wê demê "gulebaran dest pê dike"; ji her tiştê ku heta niha kesî ditiye, dê mezintir, çêtir û bihêztir be.»
Wî di peyama xwe de zêde kir: «Demeke dirêj berê li hev hatibû kirin û berevajî hemû gotinên derewîn ên dijberan, hate qebûlkirin ku çekên navokî dê nebin û Tengava Hurmuzê dê vekirî û ewle bimîne. Di vê navberê de, artêşa me ya mezin mijûlî amadekarî û bêhnvedanê ye û di rastiyê de, li benda serkeftinên xwe yên din e.
Trump herwisa ragihand: Herçiqas ku di wî şerî de me kariye bigehne xwestên xwe, lê Amerîka benda serkevtinên mezin de ye.