Dewleta Kastarîka bi belavkirina daxûyaniyekî fermî ragehand ku sipaha pasdaran, Hizbûlah, Hemas û hûsiyên ser bi rejîma Îranê xistine nav lîstê rêkxiravên teroristî de.
Berpirsên Kastarîka tekezî kirine ku ev pêngave şiyana damezraveyên hewalgirî û dadwerî bo rêgirîkirin, lêkolîn û egera piştevaniya malî û locîstîkiya wan rêkxirvan zêde dike.
Dewleta Kastarîka herwisa ragehand, ku amanic ji vê biryarê rêgirîkirine li her cure pêngavek wan girûpan bo nav xaka wî welatî û parastina ewlehiya welatiyan û damezrave yên demokratîka ne.
Gîdon sair, Wezîrê derve yê Îsraîlê pişvazî li vê pêngavê kir û bi pêngavek baş li bihêzkirina hevpeymaniya navdewletî dijî terora jêr sîbera komara Îslamî zanî.