Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firansê ragîhand: Rêjîma Îranê dibe dest ji piştevaniya Hizbûlah, Hemas û Hûsiyan berde

12:17 - 9 Nîsan 2026

Jan Noêl Baro, Wezîrê derve yê Firansê ragehand, Komara Îslamî dibe dawiyê bi piştgîrîkirina wan girûpên wekî Hizbûlah, Hemas û Hûsiyan bîne û hewceye gevriya Hormêzê bi vekirî bihêle.

Navbirî eva jî got ku, dibe pirsa Lubnanê bixe nav rêkeftina agirbesta şerê Îranê.

Herwisa navbirî got di şerê niha de ti aliyek serkeftî nine û got, di niha de agirbest cihgîr e, herwisa daxwaz ji Têhranê kir ku dest ji hewlên bo destpêregiheştin bi çeka navkî hikbigre û bikaranîna diron û mûşekan jî rabigre.

Rêjîma Îranê di demekê de li piştevanîkirina malî û serbzî a wan girûpên mîlîşyayî berdewam e ku bi vê sedemê ne tenê dever tûşê alozî û nearamiya kûr kiriye, belkî salane bi milyardha dolar li sermaye û samana netewî a xelkê Îranê di vê pêxemê de xeric dike ku eva jî bandorek wêranker li ser rewşa navxwe a welat çê kiriye.