Di rewşa şer de rêjîma Îranê bo çavtirsandina xelkê û egera Xwenîşandanan di Bêdengiya Înternetê de, pêlekî sêdaredana girtiyên siyasî birê xistiye.
Li Îranê piştî tepeseriya xwenîşandanên meha Befranbarê û bikaranîna "cezayê darvekirinê" bi awayekî berçav zêde bûye. Ev hukmên sêdarê di demekê de tên cîbicîkirin ku qutbûna temamî ya înternetê li welat gihîştiye zêdetirî 40 rojan.
Ji ber vê yekê, agahiyên kêm li ser rewşa civaka Îranê û malbatên girtiyan tên bidestxistin.
Pêvajoya darvekirinan piştî şerê 12-rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de tundtir bû. Her wiha, tepeseriya berfireh a xwenîşander û neyarên rejîmê di rojên 18 û 19'ê Rêbendana 1404'an de jî nekarî "makîneya sêdarê" rawestîne.
Hejmara darvekirinan: Di sê hefteyên dawî de herî kêm 14 kes hatine sêdarandin.
Rewşa înternetê: Zêdetirî 40 roj e înternet li Îranê bi temamî qut e.
Rêjîma Îranê li jêr siya şer de hevdem digel bidarvekirina girtiyan de, rewşekî tund a ewlehî û militarize pêk aniye û rojane bi sûç û hêcetên cur bi cur, pêlekî berfireh a girtina xelkê jî pêk aniye, û qedera wan Kesan jî ku têne girtin, nediyar e û cihê nîgeraniyê ye..