Nîkî Hêlî, balyozê berê yê Amerîka li neteweyên yekgirtî, bi rexnegirtin li agirbesta wê dawiyê, hoşdarî da ku ev rêkkeftin dikare derfetê bide Komara Îslamî ku heya bi kirîna demê, li ser siyasetên xwe yên şerxiwaz berdewam be.
Hêlî herwisa got ku sitiratejîya rejîmê hertim paşxistin, paşxistin û paşxistin bûye, û eva jî got ku rêberên Komara Îslamî vê agirbestê ne wekî şikestê, belkî wekî curek li serkeftinê dibîn in.
Navbirî pêngavên din yên Amerîkayê bi girîng da zanîn û tekezî kir ku em nikarin givaşan li ser mûşek yan girûpên girîdayî bi rêjîma Îranê kêm bikin û bi lezgînî dibe tev oraniyoma meyandî ji nav bibin.