Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gemiya “USS George W. Bush” rû bi Rojhilata Navîn bi rê ketiye

17:56 - 1 Nîsan 2026

Pêka rapora “Associated Press” gemiya balafirhilgira “USS George W. Bush” li roja Sêşemiyê ve rû bi Rojhilata Navîn ve bi rê kevtiye û 3 gemiyên şerker ku zêdetir ji 6 hezar personelên serbazî li xwe digre, digel vê gemiya balafirhilgir rû bi Rojhilata Navîn ve tên.

Pêka vê raporê hezaran kes ji hêzên taybet ên “82nd Airborne Division” anku çetirbazên Amerîkayî, ku pitir bo girtin û parastina cihên taybet û starejîk ên wek balafirxaneyan têne bikaranîn bi fermana Donald Trump, bo Rojhilta Navîn têne şandin û heta niha zêdetir ji hezar û 500 ji vê hêza taybet bi lezgînî bo vê deverê têne şandin.

Li vê raporê de hatiye ku zêdetir ji 2 hezar û 500 kes ji hêzên Marîn gihîştine deverê û 2 hezar û 500 Marînên din jî têne şandin.