Navenda Rêxistinên Sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 83 saliya damezirandina Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Deqa peyamê bi vê awayî ye:
83 sal berê û di dilê guhertinên Şerê Cîhanî yê Duyem de, bi hewldan, hîmet û hişyariya komek ciwanên Kurd li bajarê Mehabadê, avakirina Komeleya Jiyaneweya Kurd (Jêkaf) bû xaleke werçerxanê ya tijî destkeft ji bo tevgera siyasî ya Kurdistanê. Yek ji destkeftên rêxistinî yên wê serdemê damezirandina "Sazmanî Cewananî Kurd" (Rêxistina Ciwanên Kurd) bû.
Avakirina Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê û rola ciwanên Kurd di geşedana Komara Kurdistanê û destkeftên wê yên mezin de, bilind û berçav in.
Yekîtiya Ciwanan û rêxistina wê ya hevpişe û cemka wê, yanî Yekîtiya Jinan, û piştre damezirandina rêxistinên sivîl û pîşeyî yên din di herikîna tevgera mafxwazane ya Kurdistanê de, berhema aqiliyeteke giştgir a xebatê û beşdariya berfireh a komelên xelkê Kurdistanê ye ku Hizba Demokrat a Kurdistanê nûnertiya wê dike.
Geşebûna rêxistinên sivîl ên Kurdistanê di du-sê dehsalên dawî de û rola wan a bilind di birêkxistina civaka Kurdistanê de, ji aliyekê ve îsbatkerê geşepêdana hişyariya civakî û neteweyî ya civaka Kurdewarî ye, û ji aliyê din ve nîşana dûrbîniya birêvebirên Komara Kurdistanê û Hizba Demokrat e di rewşa tevgera Kurdistanê de.
Di rewşa niha ya xebata neteweyî ya xelkê Kurdistanê û guhertinên siyasî de, rola rêxistinên sivîl di birêkxistina hêz û şiyana ciwanan û çîn û tevên din ên civakê de pêwîst û berçav e. Di vê peywendiyê de, Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê wek kevintirîn rêxistina Kurdî, bêguman erkên girantir dikeve ser milê wê.
Navenda Rêxistinên Sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê, tevî pîrozbahiyê li birêvebir û endamên Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 83 saliya damezirandina vê rêxistinê, serkeftin û berdewambûna wan di erkên vê qonaxa hestiyar de dixwaze.
Navenda Rêxistinên Sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê
21ê Xakelêweya 1405