Berdevka koşka Spî bi redkirina gotegotên derbarê pejirandina şertên Tehranê, tekezî li ser xetên sor ên hikûmeta Trump kir, ji wan rawestandina tam a dewlemendkirina oranyomê li ser axa Îranê.
Karoline Leavitt, Berdevka koşka Spî, ragihand ku helwesta Serok Trump derbarê bidawîkirina dewlemendkirina oranyomê di hundirê Îranê de nehatî guhertin. Wê ramana pejirandina lîsteya daxwazên Îranê ji aliyê Washingtonê ve wek "bi temamî bêwate" wesif kir û got: "Serok tenê wê peymanê îmze dike ku di berjewendiya Amerîka de be."
Leavitt tekez kir ku herî pêşîn a tîma danûstandinkar a Amerîkayê di2 hefteyên bê de, mîsogerkirina vekirîmayîna Tengava Hurmizê ye bêyî ti sînor an derengketinekê. Wê bi amajekirina bi alozî û hestiyariya van danûstandinan got: "Ev guftûgo li pişt deriyên girtî tên kirin û tiştê ku Îran bi eşkere di medyayê de dibêje, bi tiştê ku di danûstandinên taybet de ji tîma Serok re tînin ziman, pir cuda ye."
Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê, roja pêncşemê di peyameke eşkere de ragihand ku hemû keştî, balafir, hêzên leşkerî û cebilxaneyên zêdekirî yên Dewletên Yekbûyî heta dema bidestxistina lihevhatina dawî û pabendbûna tam bi wê, dê di nav û derdora Îranê de bimînin. Wî hişyarî da: "Heke bi her sedemekê lihevhatin pêknehat, dê gulebaran dest pê bikin; mezintir, çêtir û bihêztir ji her tiştê ku heta niha hatiye dîtin."
Serokkomarê Amerîkayê di beşeke din a axaftinên xwe de got ku berevajî gotegotên heyî, li ser vê yekê lihevhatin hatiye kirin ku ti çekekî navokî nebe û ewlehiya Tengava Hurmizê bi temamî bê dabînkirin.