Wezareta Karên Derve ya Kuveytê ragihand ku tevî ragihandina agirbesta du hefteyî, Komara Îslamî ya Îranê û hêzên wê yên nîyabetî, roja pêncşemê 20ê Xakelêweyê bi rêya dironan êrişî kiriye ser çend saziyên girîng ên wî welatî.
Hevdem Erebistana Siûdî jî piştrast kir ku di êrişeke wiha de ziyan gihîştiye xeta veguhastina petrolê ya "Rojhilat-Rojava", ku petrolê ji bo Deryaya Sor vediguhest.
Ev alozî di demekê de ne ku biryar e sibê roja şemiyê 22ê Xakelêweyê, danûstandinên di navbera Tehran û Waşingtonê de li Îslam Abad a paytexta Pakistanê dest pê bikin.
Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê bi tundî rexne li tevgerên Îranê girtin û amaje bi wê yekê kir ku pabendnebûna Îranê bi rêkeftinan û çêkirina pirsgirêkan ji bo derbasbûna petrolê di Tengava Hormozê de "şermezarane" ye û ev ne ew rêkeftin e ku li ser li hev kiribûn.
Ji aliyekî din ve çavkaniyên El-Erebîyeyê roja înê 21ê Xakelêweyê eşkere kirin ku ew êrişên dironî yên duh ku hewl dabûn baregeheke serbazî ya ser bi Garda Neteweyî ya Kuveytê bikin armanc, ji xaka Iraqê ve hatine encamdan, lê ti ziyanên giyanî bi dû xwe de neanîne.