Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê Derbarê Agirbestê

12:11 - 11 Nîsan 2026

Di demekê de ku navçeya Rojhilata Navîn ev 39 roj bûn di nava agirê şerekî giran de bû; rejîma Komara Îslamî ya Îranê di bin derbên giran û rasterast ên Amerîka û Îsraîlê de bû, di encamê de roja Sêşemê, 18ê Xakelêweya 1405an, ji ber teslîmbûna rejîma Îranê li hemberî ultîmatoma Serokê Amerîkayê (ku gef xwaribû ku heger Tengava Hurmizê venekin, Îranê dê vegerîne serdema kevirî), stûyê xwe li ber agirbestê xwar kir.

​Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistanê, tevî çavdêriya hûr a rewşê, nêrînên xwe di van çend xalan de tîne ziman:

​Yekem: Berpirsyariya rejîmê di şer û wêraniyan de; derketina şer û têkçûna ewlehiya navçeyê, encama rasterast a siyasetên têkder ên Komara Îslamî ye. Ev rejîm bi hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina çeka navokî, destwerdana di karûbarên welatan de, peyrewkirina siyaseta bi navê hinardekirina şoreşa îslamî, piştgirîkirina terorîzmê û pêşxistina bernameya mûşekî û drona, cîhan ber bi nearamiyê ve biriye. Ev şer bûye sedema ziyanên mezin bo welatiyan û koçberbûna hezaran malbatan.

Duyem: Pêşwazî li her gavekê tê kirin ku bibe sedema rawestandina xwînrijandinê û parastina canê welatiyên sivîl, lê hişyarî tê dayîn ku divê agirbest nebe derfeteke taktîkî bo rejîmê da ku mîna carên berê bo xwe-rêkxistinê û nêzîkbûna ji çeka etomî mifa jê werbigire. Her rêkeftinek ku îradeya gelên Îranê tê de neyê dîtin, tenê dê bibe aştiyeke demkî û metirsîdar.

​Sêyem: Agirbest tenê wê demê xwedî wate ye ku bibe destpêkek bo:

​Dawîanîna yekcarî bi destwerdanên leşkerî, îstîxbaratî, rêkxistin û arastekirina rejîmê.

​Hilweşandina bingehîn a bernameyên etomî û mûşekî.

​Pabendbûn bi prensîbên mafên mirovan û naskirina mafên rewa yên neteweyên nav Îranê, bi taybetî mafê çarenivîsê bo gelê Kurd.

​Çarem: Ezmûna 47 salên temenê Komara Îslamî ya Îranê nîşan daye ku ev rejîm nayê çaksazîkirin û tenê bi guhertina bingehîn û demokrasiyê, aramî bo navçeyê vedigere.

​Bizava Rizgarixwaza Kurdistanê, hebûn, berdewamî û hêza xwe ji neteweya xwe û daxwaza azadî û serweriyê werdigire û ne berhema şer û nakokiyên navdewletî ye; lewma ne agirbest û ne jî rêkeftin ligel Komara Îslamî ya Îranê berdewamiya wê ranawestîne. Tu curî agirbest û rêkeftineke siyasî, me ji hewldanên me yên bo gihîştina bi azadî û serweriyê nade rawestandin.

 

​Serkeve xebata rewa ya gelê Kurd