Rojnameya “Wall Street Journal” di raporekê de amaje bi hewlên rejîma Îranê bo lihember derketin li dijî dorpêçên Amerîkayê kiriye û ragihand ku Tehran niha mijûlî peydankirina rêyên dinêye; weke çalak kirina hêlên şemendefêrê ye da ku beşek ji nefta xwe bi rêya şemendefêrê bişîne Çînê û herwisa hewcehiyên xwarinê ji herêmên Qafqaz û Pakistanê ve bînin.
Li gorî nirxandinên dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê, egera vê yekê heye ku 40% ji mezinahiya bazirganiya Îranê ji benderên hatine dorpêçkirin bo rêyên din bên veguhastin.
Vê Rojnameyê di berdewamiya de nivîsand ku, hevdem hewlan, tundajoyên di nav rejîmê de dorpêçên deryayî wekî çalakiyeke leşkerî dibînin ku pêdivî bi bersivdanê heye; ji ber vê yekê daxwaza destpêkirina şerê pêşwext dikin da ku bi vî rêyî nirxa neftê li cîhanê bilind bikin û zextên li ser Donald Trump zêdetir bikin.