Amarên nû yên Navenda Amara Îranê nîşan didin ku bihayê tişt û hewcehiyên rojane ên bingehîn li Îranê, bi taybetî piştî şerê dawîn, bi awayekî bêmînak zêde bûye.
Li gorî nûçeya ku ji mediayên xudî rêjîmê ve têne weşandin, teweroma li ser madeyên xurekî li mehên Adar û Nîsana 2026) nîşan didin ku: Rûnê nebatî yê hişk Bi zêdebûna %375 li gorî par, di nav hewcehiyên bingehîn de teweroma herî bilind a xalî tomar kiriye.
Rûnê şilemenî Zêyd: Bihayê wê %308 zêde bûye.
Birincê biyanî: Bihayê wê %209zêde bûye.
Herwisa bihayê tiştên wekî goştê mirîşkan, hêk, goştê sor û berhemên şîrî jî bilindbûnekî berçav nîşan dane.
Li aliyekî din, Teweroma herî kêm di van de hatiye dîtin:
Kereya heywanî: %48
Şîrê hişk: %71
Makarone: %75
Zêdebûna bihayê xurekan di demekê de berdewam dike ku arîşa aborî, kêmkirina nirxa pereyê neteweyî û encamên şerê dawîn, givaşa li ser jiyana welatiyên Îranê ji her demê bêtir zêde kiriye. Bi curekê ku êdî kêm kesc û malbat li Îranê de hene ku bikarin bersivderê jiyana xwe bin.