Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefên tund ên Serokê Dezgeha Dadweriya rêjîmê li Dijî Welatiyan

15:20 - 9 Gulan 2026

Serokê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê, Muhsinîyê Ejêyî, welatiyên ku li ser torên civakî çalak in yan jî dîmenan ji bo derveyî welat dişînin, bi tundî gef lê xwarin. Ejêyî ev kes wekî "xizmetkarê dijmin" bi nav kirin û ragihand: "Em ê wan bişopînin, mehkeme û ceza bikin."

Ejêyî di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku di "şert û mercên şer" de, belavkirina her cure nûçe yan dîmenekî ku bi dilê hikûmetê nebe, tawaneke mezin e. Wî destnîşan kir ku dezgeha dadwerî bi awayekî micid li dozên van kesan dinêre. Ev daxuyanî di demekê de ne ku piştî destpêkirina operasyonên Amerîka û Îsraîlê, tepeserî li Îranê zêde bûne û înternet bi temamî hatiye birîn.

Hevdem, dezgeha dadweriyê ragihand ku heta niha dest danîne ser milk û malê 262 welatiyan. Ev milkên ku li parêzgehên wekî Tehran, Gîlan û Esfehanê ne, yên kesên bi "tawanên siyasî" tên tawanbarkirin in. Ejêyî xwediyên van milkan wekî "xayîn û xulamok" bi nav kirin. Çavdêr dibêjin ev siyaseta destbiser de girtina mal û milkên welatiyan, ji bo tirsandin û bêdengkirina xelkê tê bikaranîn.