Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alman li derheq gefên tîmên terorê yên rejîma Îranê li axa xwe de haydarî da

09:29 - 10 Gulan 2026

Alîna Sînger, berdevka Wezareta Navxwe ya Alman, ragihand ku welatê wê niha rûbirûyî asteke bilind a gefan bûye. Wê aşkere kir ku: Saziyên ewlehî û îstîxbaratî yên Alman rapor û zaniyariyên zelal derbarê plankirina operasyonên terorîstî ji aliyê rejîma Îranê ve wergirtine û bi hûrbînî wan dişopînin.

Ev gef bi awayekî taybet li ser navend û kesên Amerîkî, saziyên Cihûyan û herwisa dijber û penaberên siyasî yên Îranî yên li Alman de ne.

Sînger tekez kir ku çalakiyên komên niyabetî yên ser bi rejîma Îranê, wekî parçeyekî bingehîn di nav hesabên ewlehî û nirxandina metirsiyan de li Alman de tên dîtin.

Wê herwisa got: «Em bi berdewamî asta gefan dinirxînin û di asta herî bilind a hişyariyê de ne. Hemû saziyên federal û eyaletî bi hev re hewaheng in û di dema hewce de, gavên parastinê yên fîzîkî û sîberî ji bo dabînkirina ewlehiya navendên di bin metirsiyê de diavêjin.»