Medyayên Îsraîlê belav kirine ku navendên biryardanê li Tel Avîvê ji bo her senaryoyekê di amadebaşiya tam de ne, çi vegera bo şerê rastevankî be, çi jî gihîştina bi lihevkirinekî siyasî ya nû bi Komara Îslamî re.
Li gorî rapora Kanala 13 ya Îsraîlê, berpirsên artêş û Mossadê di civînên ewlehiyê de helwesteke "tund û êrîşkar" li hember Tehranê nîşan dane. Çavkaniyên ewlehiyê bal kişandine ser wê yekê ku niha Spaha Pasdaran di rewşeke lawaz de ye û destpêkirina şer dikare proseya hilweşîna rejîma Îranê leztir bike. Ev alozî di demekê de ne ku aloziyên li Kendav û Tengava Hormozê berdewam dikin.
Li aliyê din, tê gotin ku Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump ji Binyamin Netenyahu re gotiye ku Waşîngton di mijara dewlemendkirina oranyomê de tu nermiyekê li hember Tehranê de nîşan nade.
Îsraîl û Rojava nîgeran in ku Îran wê oranyomê ji bo çêkirina çekên navokî (nukleerî) bi kar bîne.