Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê ji bo şerê li dijî Îranê baregeheke leşkerî ya veşartî li Iraqê avakiribû

09:39 - 10 Gulan 2026

Rojnameya Wall Street Journal belav kir ku Îsraîlê ji bo piştgirîkirina êrîşên asmanî yên li dijî Îranê, li herêmeke çolistanî ya Iraqê baregeheke leşkerî ya veşartî ava kiriye.

Li gorî raporê, ev baregeh yan binkê leşkerî berî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Komara Îslamî û bi agehdariya Waşîngtonê hatibû çêkirin. Ev cih wekî navendeke lojîstîk ji bo hêza asmanî û bicihbûna hêzên taybet ên Îsraîlê dihat bikaranîn. Herwisa tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li wê derê amade bûn da ku di dema ketina her balafirekî şer de alîkariya xelebanan bikin.

Di beşeke din a raporê de hatiye gotin ku di meha Adarê de, dema hêzên Iraqî xwestine nêzîkî cihê baregehê bibin, Îsraîlê bi rêya êrîşên asmanî, rê li wan girtiye da ku baregeh eşkere nebe. Iraqê jî di dawiya wê mehê de şikayeta xwe biriye Neteweyên Yekbûyî û Amerîka wekî berpirsyarê wan êrîşan daye nasandin.