Pisporên çekên navokî hişyariyê didin, hikûmeta Trump ku di her peymaneke nû de bi Komara Îslamî re, divê bi tundî rê li hewildanên Tehranê yên ji bo bikaranîna plutonyumê di çêkirina bombeyên etomî de bê girtin. Ev pispor dibêjin ku Tehran dibe ku dûr ji çavdêriya navdewletî – ku bêtir li ser oranyomê hûr bûye – sûd werbigire û bi dizî çekên plutonyumê berhem bîne.
Li gorî nûçeya Fox News, pisporê siyasî Jason Bradisky diyar kir ku Îsraîlê sala par du caran êrîşî reaktora ava giran a Erakê kiriye, ji ber ku agahî nîşan didin Tehran di nûkirina wê de berdewam e. Herwisa, Henry Sokolski destnîşan dike ku rejîm dikare plutonyuma di nav şewata bikaranîyî ya santrala Bûşehrê de ji bo armancên leşkerî bi kar bîne û tekez kir ku Îran xwedî plutonyuma têra çêkirina zêdetirî 200 bombeyên navokî.
Her çend pisporên wekî David Albright û Andrea Stricker dibêjin plutonyuma Bûşehrê ji bo çekan, ne bi kalîte ye, Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku bernameya navokî ya Îranê gefek e li ser cîhanê û divê Tehran ji bo çareseriyeke dîplomatîk bikeve nav danûstandinên cidî.