Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa rejîmê gef li wan welatan xwar ku pabendî dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê ne

11:00 - 10 Gulan 2026

Berdevkê Artêşa rêjîma Îranê ragihand ku ew welatên ku di sepandina dorpêçan de peyrewiya Amerîka dikin, bê guman di dema derbasbûna ji Tengava Hormuzê de, dê rûbirûyî pirsgirêkan bibin.

Mihemed Ekremîniya herwisa da zanîn ku Îran sîstemeke nû ya hiqûqî û ewlehiyê li Tengava Hormozê bi kar tîne û ji niha pê ve her keştiyek ku bixwaze di wê rêrewê re derbas bibe, divê bi Îranê re hewahengiyê bike.

Ev gef di demekê de tên belavkirin ku Tengava Hormozê, ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Komara Îslamî ve, bûye yek ji mijarên sereke yên astengiyan û hatûçûna keştiyên bazirganî di vê rêya stratejîk de bi awayekî berçav kêm bûye. Tehran hewl dide vê herêmê wekî karteke givaşê li dijî wan welatan bi kar bîne ku di tundkirina dorpêçên deryayî de alîkariya Amerîka dikin.

Li aliyê din, li gorî wê reşnivîsa pêşniyarî ku tê gotin ji bo lihevkirina di navbera Îran û Amerîkayê de hatiye amadekirin, kêmkirina gav bi gav a sînoran li Tengava Hormozê û sivikkirina dorpêçên deryayî yên Amerîka di nava 30 rojan de, yek ji xalên sereke yên aloziyên di navbera her du aliyan bûye.

Tevî van hewildanên dîplomatîk, daxuyaniyên nû yên berpirsên leşkerî yên rejîmê nîşana berdewamiya aloziyan û nebûna ewlehiya keştivaniyê li herêmê ne.