Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heta niha rêjîmê termê 2 girtiyên siyasî yên Kurd radestî malbatên wan nekiriye

12:59 - 10 Gulan 2026

Tevî derbasbûna çend rojan ji darvekirina nihênî û nedadperwerane a du girtiyên siyasî yên Kurd bi navên “Nasir Bekirzade” û “Mêhrab Ebdullahzade”, dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê heta niha termên wan du ciwanan radestî malbatên wan nekirine û ev bêserûşûn kirine.

Li gorî rapora saziya mafê mirovî ya “Kurdpa”yê, navendên ewlehiyê yên rejîmê li bajarê Urmiyê, tevî veşartina termên wan du ciwanên Kurd, rê ji birêvebirina her cure rêûresima serxweşiyê ji bo wan girtiye.

Kurdpa amaje bi vê yekê kiriye ku malbatên wan hatine neçarkirin ku rêûresima serxweşiyê li gundên cihê jidayikbûna wan de li dar bixin.

Hêzên ewlehiyê bi malbata Nasir Bekirzade re ragihandiye ku: “Me kurê we darve kir û termê wî avêtiye û Herin hebxwe termê wî peyda bikin.” Herwisa berpirsên girtîgeha Urmiyê bi eşkere gotine ku tu termek nayê radestkirin.

Nasir Bekirzade bi tohmeta “sîxorî” û Mêhrab Ebdullahzade jî bi tohmeta beşdarbûna di xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” de hatin darvekirin.

Kurdpa bal kişand ser vê yekê ku ev cezayên hatinî sepandin tenê li ser bingeha “îtirafên bi zorê” yên di bin îşkenceyan de û bêyî tu belgeyên yasayî û piştrastkirî hatine dayîn.

Cezaya darvekirina wan du ciwanan di rojên 12 û 13’ê Banemêra 1405’an de, bêyî agahdarkirina parêzer û malbatên wan û bêyî mafê hevdîtina dawî, li cihêkî nediyar hatine cîbicîkirin.