Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Metirsîya darvekirina sê girtiyên siyasî li girtîgeha navendî ya Urmiyê

13:10 - 1 Gulan 2026

Roja pêncşemî, 10ê Banemêr, sê girtiyên ku bi ceza darvekirnê hatine cezadan li girtîgeha navendî ya Urmiyê bo cîhekî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî rapora Hengawê, veguhastina ji nişkeve ya du girtiyên siyasî bi navên “Nasir Bekirzade” û “Mêhrab Ebdullazade”, her du ji xelkê bajarê Urmiyê ne, metirsî û nigaraniyên li ser egera darvekirina wan zêdetir kiriye.

Hengawê zêde kir ku di heman demê de girtiyekî siyasî yê Turik bi navê “Yaqûb Kerîmpûr”, welatiyê Miyandavê û şûnketiyê ola Yarsan e, digel ew du girtiyên siyasî yên Kurd ji girtîgehê hatine veguhastin.

Ev sê girtî bi hêcetên cuda, wek şandin bo pizîşka dadwerî an jî bangkirin bo nivîsgeha cîbicîkirna cezayan, ji bendên xwe hatine derxistin û heta niha qedera wan nediyar e.

Nasir Bekirzade û Yaqûb Kerîmpûr bi tohmetên “sîxorî bo Îsraîlê” û Mêhrab Ebdullazade bi tometa “bexî ” hatine cezadan û cezaya mirinê bi ser wan de hatiye sepandin.

Pêka raportên ku hatinî belavkirin tekezî kirine cezayên wan di piroseyek nedadperwer de û di bin êşkenceya tund bi ser wan de hstine sepandin.

Herwisa Hengawê ragihaniye ku veguhastina wan kesan bi awayekî ne asayî nîşaneya metirsîdar e ji bo egera darvekirina wan di demjimêrên bê deye. Ev sê welati berê jî ji aliyê Dîwana Bilind a rejîmê ve cezayên wan hatibûn pejirandin.