Fermandehiya Navendî ya hêzên Amerîkayê (SENTCOM) ragihand ku ji destpêka dorpêçkirina deryayî ya li dijî qeraxavên Îranê, rêya 58 keştiyên bazirganî hatiye guherîn û çar keştî jî hatine sekinandin.
Sentcomê di peyamekê de belav kir ku hêzên deryayî yên Amerîkayê di cîbicîkirina dorpêçkirinan de berdewam in û rê li ber hatûçûna wan keştiyan digirin ku dixwazin biçine nava qeraxavên Îranê de.
Di heman pêwendiyê de, roja Înê artêşa Amerîka ragihand ku du keştî bi navên “M T Si Star” û “M T Soda” beriya ku biçine yek ji qeraxavên deryaya Omanê hatine sekinandin.
Herwisa hatiye belavkirin ku keştiyên petrolê yên girêdayî bi Îranê di bin çavdêriyek tund de ne û roja Çarşemê jî rê li ber tankera petrolê ya “M T Husna” hate girtin ku bi ala Îranê ve ber bi qeraxavên wî welatî ve diçû.
Li hember de, hêza deryayî ya Spaha Pasdaran haydariyek tund belav kir û ragihand ku her cure destdirêjiyek li dijî keştiyên bazirganî û petrola Îranê, dê bersivek tund li pey xwe bîne û binke û keştiyên Amerîka li herêmêde, dê bibin armanc.