Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sînaryoya Nû ya Wezareta Îtîlaatê: Îdiaya Girtina "Sîxurên Mûsadê" li 6 Parêzgehan

13:01 - 10 Gulan 2026

Wezareta Îtîlaata rêjîmê bi daxuyaniyekê îdia kir ku 2 girûpên operasyonê yên ser bi Mûsadê li 6 parêzgehan di şerekî çekdarî de kesek kuştine û yên dine jî girtine.

Girtinên li Urmiyê û Tehranê: Îtîlaatê ragîhand tîmeke çar kesî ku dixwestin êrişî navendên hesas û cihên dewletî bikin û kesekî li Tehranê bikujin, hatine girtin. Di vê operasyonê de kesek hatiye kuştin û sê kesên bi navên "Şapûr E.", "Siyaveş X." û "Mihemed Ş." hatine girtin.

Şaneya li Kirman û Elborzê: Hat ragihandin ku sê kesên din bi navên "Îhsan N.", "Umîd Ş." û "Murtaza E." hatine girtin. Îtîlaat îdia dike ku di destê wan de dironên biçûk, çek, alava Starlink û êlegên gulenebûr hatine dîtin.

Sîxuriya Leşkerî: Kesek bi navê "Mesûd T." li sînorên bakur hatiye girtin ku bi tohmeta veguhastina agahiyên nihênî yên navendeke leşkerî tê tawanbarkirin.

Ev daxuyaniya Wezareta Îtîlaata rêjîmê di demekê de tê belavkirin ku: Bêyî belgeyên serbixwe ye: Komara Îslamî her gav di qeyranên ewlehî û siyasî de sînaryoyên wiha amade dike da ku rewşa civakê ewlehî bike.

Rexneger dibêjin ev cure daxuyanî tenê ji bo rewakirina pêla nû ya girtin, îtirafên bi darê zorê û çavtirsandina xelkê ne.

Bikaranîna navên nîvco anku bi pît, û tohmetên giran nîşan dide ku ev sazî li şûna zelalkirinê, dosyayên ewlehî wekî amûrekê ji bo kontrolkirina raya giştî bi kar tîne.