Binyamîn Netenyaho, Serokwezîrê Îsraîlê, li gotûbêjekê de digel bernameya 60 xulek a kanala SBC Nyûz ragehand ku şerê dijî Komara Îslamiya Îranê, heya niha bi dawî nehatye.
Netenyaho tekezî li ser vê kir ku hewceye oranyoma meyandî bi tîratiya zêde li Îranê bê derxistin û tev damezravên meyandinê jî bêne hilweşandin.
Navbirî îşare bi vê kir ku Îsraîl kariye beşeke zêde li şiyanên meyandina oraniyomê, hêzên niyabêtî û jêrxanên mûşekî a Komara Îslamî têk bişkîne, lê heya niha hinek aliyên metirsîdar mane ku hewcehî bi pêngavên cidî hene.
Çavedêrên navdewletî dibêjin ku Tehran heya niha nêzî 970 pond oraniyoma li asta çêkirina bomban li ber dest de heye.
Hember bi çawaniya reftara digel wê oraniyomê, netenyaho ragehand ku baştirîn rê giheştin bi rêkeftinkê ye bo çone nav û derxistina wê madê, lê amade nabû ti kareke diyarîkirî yan hurgiliyên zêdetir li egera şikesta danûstandinan bide xûya.
Navbirî tenê tekezî kir ku bêbeşkirina Komara Îslamî li çeka Etomî, erkek yekcar girîng û çarenivîsaz e.