Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya Hizba Dêmokrat li Swêdê simînareke siyasî teşkilatî bo Kak Mistefa Hicrî rêkxist

10:15 - 11 Gulan 2026

Roja Yekşemî, di 20ê Banemera 1405an a Rojî, Komîteya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li welatê Swêdê, li bajarê Vêsterosê simînareke siyasî teşkilatî bo rêzdar Kak Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokratê lidar xisit.

Despêkê ji aliyê rêvebirê simînarê “Nebez Elîdost” xêrhatina amadebûyan kir û piştire bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û rawestandina xulekek bêdengiyê ji bo rêzgirtin ji riha şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê destpêkir.

Di beşa yekem a simînarê de, Kak Mistefa axaftineke giştî liderheq bûyer û guherînên Rojhilata Navîn û bandora wan li ser Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û Hizba Dêmokrat û çawahiya pêşvebirina xebata rewa ya gelê me pêşkêş kir.

Wî di beşek ji axaftinên xwe de got:

Ew tiştê ku dikare partiyek an hêzeke siyasî li ser pêyan rabigire, nûbûna berdewam û rakêşana elît û mêşkan û kesên xwedan şiyane ku hem xwendin û hem jî ezmûna nûtir û birojtir hene û di gelek waran de ji me baştir digel guherînan de dikarin reftarê dikin.

Rêzdar Hicrî behsa vê yekê kir ku ji bo avakirina hevpeymanîya pêşvebirina xebata neteweyî ya gelê me, hewceye em bi gel û aliyên din re jî bikarin bixebitin; çi di nav Kurdistanê de û çi jî digel hêzên din ên nav cografyaya Îranê de. Ji bo nêzîkbûna bi aliyên din re, pêdiviya me bi dîtina xalên hevbeş heye û divê em li ser wan bixebitin. Mînaka herî berçav, avakirina hevpeymanîya hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ye.

Beşa duyem a axaftina Kak Mistefa taybet bû bi rewişa hizbê, bi taybetî di dema şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de.

Rêzdar Mistefa got:

Her çend ji ber êrîşên Komara Îslamî, rewişa hizb û hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji berê dijwartir bûye, lê di heman demê de derfetên zêdetir jî li pêşiya me ne.

Di beşa duyem a simînarê de, amadebûyan pirsên xwe anîn ber bas û bersiv ji kak Mistefa wergirtin.