Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka roja Yekşemiyê pêşniyara çend rûpelî a rejîma Îranê bi tundî red kir, eva jî îşareyeke bo berdewamiya binbesta li danustandinên taybet bi dawîanîn bi şer.
Tiramp di postekê de li tora civakiya Trush Soşyalê de nivîsandiye, min her niha bersiva bi nav nûneratiya Îranê xwend, bi dilê min nîne, me ew pêşniyar bi temamî qebul nîne.
Li gorî raportan, bersiva Îranê ku li rêya navbendçîtiya Pakistanê ve geheştiye Waşîngtinê, nekarîne daxwaz û şertên sereke ên Amerîka cîbicî bikin, ku pêkhatiye ji wergirtina soza pêşwext hember bi pêşeroja bernameya etomî û kogayên oraniyoma wê rejîmê.
Bi redkirina bersiva rêjîma Îranê ku bi dilê Tiramp û Amerîka nine, egera destpêkirina ji nû ve şer û êrîşan heye.