Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Emaratê sefer û serdankirina welatiyên xwe bo Îran qedexe kir

14:47 - 1 Gulan 2026

Wezareta Derve ya Emaratê roja Pêncşemê ragihand ku bi sedema “guhertinên herêmî û şerê Rojhilata Navîn”, sefer û serdankirina xelkê welatê xwe bo Îran, Îraq û Lubnan qedexe kir.

Li gorî raporta ajansa fermî ya Emaratê “WAM”, Wezareta Derve ya wê welatê ji welatiyên Emaratî yên ku niha li wan sê welatan han dene daxwaz kir ku bi zûtirîn demê wan welatan bihêlin û vegerin Emaratê.

Di heyama şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê, Tehran gelek caran Emarat û binesazî û bingehên sivîl û wizeyên wê welatê kirine armanca êrîşên moşekî û dronî.

Rejîma Îranê di nav 39 rojên şerê de, hemû welatên nêzî Kendava kirine armanc, lê Emarat Yekgirtî ya Ereban rastî zêdetirîn êrîşan hatin.