Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Kultûrê yê Îsraîl: Divê Komara Îslamî bê rûxandin

14:20 - 11 Gulan 2026

Mîkî Zohar, Wezîrê Kultûr û Werzişê yê Îsraîlê, di daxuyaniya xwe ya herî dawî de derbarê berdewamiya pevçûnên li herêmê de ragihand ku divê welatê wî hemû erkên xwe yên leşkerî û ewlehiyê, çi li hember tevgera Hemasê û çi jî li hember Komara Îslamî ya Îranê, bi awayekî bingehîn bi dawî bike û nehêle ev gef bi netewaw bimînin.

Zohar bal kişand ser wê yekê ku dem hatiye civaka navdewletî û bi taybetî Amerîka, bigihîjin wê qenaeta temam ku rejîma Îranê aliyekî baş ê diyalogê nîn e. Navborî hêvî kir ku Waşîngton hindî zû proseya dîplomasiyê ligel Tehranê bide sekinandin, ji ber ku bi baweriya wî, Komara Îslamî tenê ji zimanê hêzê fêm dike.

Wî wezîrê îsraîlî bi eşkereyî tekezî li ser hewcehiya "rûxandina rejîma Îranê" kir, wekî kite rêçare ji bo aramiya Rojhilata Navîn.

Herwisa amaje bi wê yekê jî kir ku Îsraîl bi tu cure peymanekê razî nabe ku mijara çekên navokî yên Îranê bi vekirî bihêle; ji ber ku her peymanek gefa etomî ya Tehranê ji reh û rîşan nebirre, li cem wan tu qîmeta wê nîn e.