Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Haydariya Îranê bo Brîtanya û Firansê derbarê bicihkirina keştiyên şer li herêmê de

14:21 - 11 Gulan 2026

Kazim Xerîbabadî, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê, roja yekşemê derbarê her cure liv û tevgera leşkerî û bicihkirina keştiyên şer li Tengava Hormozê de, hişyariyeke tund da Brîtanya û Firansê.

Xerîbabadî di peyamekê de li ser tora civakî ya X ragihand ku hêzên çekdar ên Îranê dê bersiveke tund û demûdest bidin her destwerdaneke welatên Rojava yan her hevkariyeke leşkerî ligel Amerîka ku bi gotina wî, binpêkirina yasayên navdewletî ye.

Wî berpirsê Komara Îslamî, bicihkirina keştiyên şer li herêmê bi hinceta parastina keştiyvaniyê, wekî hewildanek ji bo kûrkirina qeyranan bi nav kir.

Ev gef di demekê de ne ku keştiya firokehilgir a Firansê "Charles de Gaulle" li Deryaya Sor di rewşa amadebaşiyê de ye û Brîtanyayê jî şandina keştiya şer a "HMS Dragon" bi armanca piştevaniya li hevpeymaniya navdewletî ji bo dabînkirina ewlehiya Tengava Hormozê bo herêmê piştrast kiriye.