Îmarata Yekbûyî ya Erebî, Kuweyt û Qeterê roja yekşemê 10ê Gulanê nûçeya êrîşên dronî bo ser xaka xwe ragihandin ku ji aliyê rêjîma Îranê ve têne kirin. Wisa xuya dike ku Tehranê tevî agirbesteke lerzok, êrîşên xwe bo ser hinek welatên herêmê ji nû ve dest pê kirine.
Wezareta Bergiriyê ya Îmaratê ragihand ku Îranê roja yekşemê du diron ber bi wî welatî ve şandine û "her du bi serkeftî hatine lêdan û têkşikandin".
Îranê her cure êrîş bo ser Îmarata Yekbûyî ya Erebî di rojên dawî de red kiriye, lê hişyarî daye ku heke Îmarat her cure tevgerekê bike, dê "bersiveke dijwar" werbigire.
Ji ber van êrîşan, Îmaratê hefteya borî xwendina perwerdehiya dibistanan kiribû sîstema ji dûr ve (online), lê rayedaran roja yekşemê ragihandin ku perwerdehiya li dibistanan dê ji duşemê 11ê Gulanê ve dest pê bike.
Herwisa artêşa Kuweytê roja yekşemê ragihand ku wan çend dironên dijminkarane yên rêjîma Îranê ku ber bi Kuweytê ve diçon bi sîstema berevaniya asimanî têkşikandine.
Hevdem digel êrîşa dironî a rêjîma Îranê bo ser wan welatên Erebî loi nawçê de, û heta pimehekê piştî agirbestê jî, berdewam herêma Kurdistanê jî keftiye ber êrîşa mûşekî û dironî a rêjîma Îranê û di wan êrîşan de kampên cihê akincîbûna sivîlan û cihên medenî, bûne armanc.