Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên çekdare rêjîm bi teqeya rasterast 4 welatiyên Belûç kuştin

09:35 - 12 Gulan 2026

Hêzên ewlehiyê li devera Serkehoran a bajarê Îranşahrê Maşînek dane ber desrêjiya gulleyan,  piştre hêzên cinayetkar geheştin ser maşînê, ji bo ku xatircem bin ku ew kes hatine kuştin, "guleya xelasî" (tîra xelas) li serê wan welatiyan dan.

Li gorî raporta Tora Belgeyan a Mafên Mirovan a Belûçistanê, roja duşemî, 11ê Gulanê 4 hemwelatî bi gulebarana rasterast a hêzên çekdare rêjîmê hatine kuştin.

Nasnameya van her çar hemwelatiyên Belûç bi wiha hatine aşkere kirin:

Evdilhelîm Hemlî (50 salî).

Nasir Hemlî/Cemalzehî (43 salî).

Macid Hemlî/Cemalzehî (41 salî), (birayê Nasir).

Mensûr Cemalî (30 salî).

Li gorî daxuyaniya jêderên Tora Belgeyan, ev 4 hemwelatî bi Maşîna xwe di rê de bûn ku hêzên ewlehiyê bi Maşînekî şexsî gulebarana rasterast li wan kirine û di encamê de Maşîna welatiyan şewitiye.

Jêderên Tora Belgeyan diyar kirin ku gulebarankirina van 4 hemwelatiyan têkildarî êrîşa hêzên ewlehiyê ya di 13ê Nîsana (Xakelêwa) 1405an de ye, ku hejmarek ji xelkê gund hatibûn girtin. Ew êrîş bi hinceta kuştina herî kêm du kes ji hêzên rêjîmê di şerekî çekdarî de ku di 11ê Nîsana 1405an de li bajarê Serbazê qewimîbû, pêk hatibû.