Wezareta Xezenedariya Amerîkayê li dirêjiya givaşên abûrî bo ser rêjîma Îranê, 3 kes û 9 şîrket xistine nava lîsta dorpêçan de, ew aliyane ku binkên wan li welatê Hong Kong, Îmarat û Umanê de ye, tometbarin bi vê ku bo veguhastina neyasayî a nefta Îranê bo Çînê û dewirlêdana dorpêçên navdewletî hevkariya spaha pasdaran kirine.
Sikot Bêsênt, Wezîrê Xezenedariya Amerîka ragehand ku dewleta Tiremp li bikaraîna cezayan bo bêparkirina rejîma Îranê li çavkaniyên darayî ku bo geşepêdana bernameya navkî û piştevanîkirin li girûpên mîlîşyayî ên deverê bikar dîne, berdewam dike.
Navbirî îşare bi vê jî kir ku spaha pasdaran li rêya Sitada Nefta Pûrceferî û çendîn şîrketên berçav cehd kiriye çavkaniyên neftî veşêre.
Ev biryara Amerîka tenê çend rojek berya kombûna di navbera Donald Tiremp û Serokomarê Çînê hate ragehand in, tê pêşbînîkirin di vê dîdarê de pirsa binbesta siyasî di navbera rêjîma Îranê û Amerîka, herwisa pirsgirêkên girêdayî bi ewlehiya Tengava Hormozê û givaşên ser çînê bo ragirtina kirîna neftê li Îranê, mijarên sereke bin.