Dezgaha bi navê dadweriya Komara Îslamî ya Îranê, di berdewamiya pêla nû ya darvekirinan de, sipêdeha roja Sêşemî 22’ê Banemêrê, cezaya darvekirina “Ebdulcelîl Şebexş” cîbicî kir.
Navendên rejîmê bêyî ku ti belgeyekî serbixwe pêşkêş bikin, tohmeta “bexî” û endamtiya di rêxistina “Ensarulferqan”bi ser wî welatiyê Belûc de sepandibû.
Li gorî rapora serokê giştî yê dadgosteriya rejîmê li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê, tohmeta navbirî “bexî” bûye û bi hinceta êrîşa li ser binkeyên hêzên Întizamî, ji aliyê dadgeha şoreşê ya rejîmê ve cezaya darvekirinê bi ser navbirî de hatiye sepandin.
Dezgaha dadweriya rejîmê îdîa dike ku cezaya wî li ser bingeha zanyarîyên di nav amûrên peywendiyê de û îtîrafên wî hatibû sepandin û ji aliyê Dîwana Bilind a rejîmê ve jî hatibû pejirandin.
Ev di demekê de ye ku hûrgiliyên pêvajoya dadgehkirinê, destpêragehiştina navbirî bi parêzerê serbixwe û şêwaza wergirtina îtîrafan, ji aliyê ti çavkaniyekî serbixwe ve nehatiye piştrastkirin.
Navendên mafên mirovan gelek caran haydariyê didin ku Komara Îslamî bi rêya îşkence û îtîrafên bi zorê, cezaya darvekirinê bi ser çalakvanên medenî û siyasî yên neteweyên di nava Îranê de disepîne.