Li gorî raporta ajansa nûçeyan CNN, sênatorek ji partiya Demokrat a Amerîka yê bi piştgirêdan bi zanyariyên nihênî hişyarî da ku egera êrîşekî leşkerî li dijî Komara Îslamî ya Îranê di demeke nêz de pir zêde ye.
Rîçarid Bilomêntal di hevpeyvînekê de digel CNN ragihand: “Li gorî wan zanyariyên ku di civînên şêwirmendiyê de me bi dest xistine û herwisa çavkaniyên din, ez li ser wê baweriyê me ku mijara êrîşekî leşkerî ya nêz bi tewawî li ser maseyê ye.”
Navbirî ev rewş bi “pir nîgeranker” binavkir û got ku kiryarek wisa dikare jiyana hêzên Amerîkayê bixe metirsiyeke cidî û bibe sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin .
Ev sênatorê Demokrat,îşare bi vê yekê kir ku bi sedema nihênî bûna wê mijarê nikare hûrguliyên zêdetir bas bike û got: “Ez nikarim bi erxaynî bibêjim kengê dê
ev yêka rû bide , lê wek planekî ihtîmalî, bi tevahî li ser maseyê ye.”
Navbirî herwisa ragihand ku ev mijar di bingeh de tiştek nine ku cihê heyrîmanê be, ji ber ku fermandeyên bilind ên leşkerî yên ku di vê pirsê de beşdar in, demeke dirêj e ku li ser