Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

SNN, Tiremp bi micidî bijardeya destpêkirina şer dijî Îranê gengeşe dike

10:04 - 12 Gulan 2026

Nûçegihaniya SNN, li zarê çend çavkaniyek nêzî li Doland Tiremp belav kiriye ku, Serokkomarê Amerîka bi sedema astengiya li piroseya danûstandina digel Îranê, bi awayekî micid fikrê li destpêkirina şer dijî Komara Îslamî dike.

Tiremp pêşniyara nû a Îranê bi qebûlnekirî da xûya û berdewamiya aloziyan li tengava Hormozê de wekî sedemek sereke bo tundtirkirina helwêsta Amerîka bi nav kir.

Serokkomarê Amerîka roja Yekşemî di daxûyaniyekî de bo medyayan ragehand ku niha rewşa agirbestê gihaye qonaxa neasayî, û tekezî ji vê kiriye ku rê nade Komara Îslamî bigehe çeka etomî. 

Li gorî raportan, berpirsên koşka sipî hizir dikin ku Îran li nirxandinan de tûşê xeletiyê bûye û wa hizir dike wê bikare bin givaşên abûrî tabê bîne, di demekê de Amerîka xişteyek demkî a cuda bo yekalîkirina wê rewşê heye.

Aliyên şerxiwaz li Amerîka de, daxwaza givaşên zêdetir bo ser naybendçîtiya wek welatên Pakistanê dikin heya peyama micid û gefan bigehîne rêjîma Îranê, di hember de jî girûpeke din heya niha tekezî li ser bijardeya dîplomasiyê dikin, tê pêşbînîkirin ku biryara dawî li ser her pêngaveke sebazî, bo piştî sardana çaverênekirî a Tiremp bo Çînê bê paşxistin.